Civak
Serok Nêçîrvan Barzanî teqînên Îranê şermezar dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di daxûyaniyekî de teqînên li Îranê rûdayîn şermezar dike.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Em êrîşên terorîstî yên ku îro bajarê Kirman a Komara Îslamî ya Îranê kirin armanc û di encamê de bi dehan welatiyên Îranê hatin kuştin û birîndarkirin şermezar dikin.
Em sersaxiyê ji rêber, hikûmet û gelê Komara Îslamî ya Îranê re dixwazin. Xwedê ruhê qurbaniyan şad bike û selametî û sebrê bide malbatên wan û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2024/1/3