13 welat bi tundî bala Hûsiyan dikişînin û ji bo êrîşên dikin hişyariyê didin

Daxuyaniyek Hevbeş ji Hikûmetên Dewletên Yekbûyî, Avusturalya, Bahreyn, Belçîka, Kanada, Danîmarka, Almanya, Italytalya, Japonya, Hollanda, Zelanda Nû, Sîngapûr, û Keyaniya Yekbûyî(Brîtanya)
Pejirandina lihevhatineke berfireh a ku ji aliyê 44 welatên cîhanê ve di 19ê Kanûna Pêşîn a 2023an de hatiye eşkerekirin, û herwiha daxuyaniya Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di 1ê Kanûna Pêşîn a 2023an de, ku êrîşên Hûsiyan li dijî keştiyên bazirganiyê yên ku ji Deryaya Sor derbas dibin, şermezar dike.Erîş berdewamin û zedebûna êrîşan hefteya borî de xeya kir. Keştiyên bazirganî dikin armanc, bi fûze, qeyikên piçûk hewldidin keştiyan biravînin.
Bi minasebeta van bûyeran em dubare Hûsiyan div ê derbarê de hîşyar dikin û bala wan dikişinin.
Êrîşên Hûsiyan ên li Deryaya Sor neqanûnî ne, nayên qebûlkirin û bi kûrahî bêîstiqrar e. Ti hinceteke qanûnî nîne ku bi mebest keştiyên sivîl û keştiyên deryayî bikin armanc. Êrîşên li ser keştiyan û div an êrîşanda karanîna balafirên bêmirov, qeyikên piçûk, û mûşekan û herî dawî karanîna fûzeyên balistik xeterek mezin li ser tevgera azadiya bazirganiya cîhanî peyda dike.
Ev êrîş li ser jiyana aliyên bêguneh gefek e û pirsgirêkek giring di cîhanê de peyda dike. Helwest li himber van êrîşan pêwîstî hevkariyek navnetewî heye.
Nêzîkî ji sedî 15ê bazirganiya deryayê ya gerdûnî di Deryaya Sor re derbas dibe, ji sedî 8 ê bazirganiya genim a gerdûnî, ji sedî 12 ê nefta bazirganiya deryayê û ji sedî 8 ê bazirganiya gaza xwezayî ya şilkirî ya cîhanê jî tê de ye. Keştî ji bo nebin armanca êrîşan mecbur dibin rüya xwe diguherînin û ev yek jî heftiyekî derengiyê peyda dike. Di dawiyê de tevgera xwarin, sotemenî û arîkariya mirovahî ya krîtîk li seranserê cîhanê dixe xeterê de.
Bila peyama me niha zelal be: Em bang dikin ku tavilê dawî li van êrîşên neqanûnî bên û keştî û xebatkarên ku bi awayekî neqanûnî hatine girtin bên berdan. Hûsiyan dê berpirsiyariya encaman hilgirin ger ku ew berdewamî tehdîdkirina jiyanan, aboriya cîhanî, û herikîna azad a bazirganiyê li rêyên avê yên krîtîk ên herêmê bikin. Em bi nîzama li ser bingeha qaîdeyên navneteweyî ve girêdayî ne û bi biryar in ku ji bo desteserkirin û êrişên neqanûnî ji aktorên xerab berpirsiyar bibçnin û ya pêwîst bikin.