Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê kir
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî nîvroya îro çarşema 21.08.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Claudio Cordon Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Netewên Yekgirtî yê karûbarên siyasî û alîkariyên hilbijartinan li Iraqê û şanda rêxistina UNAMI bi wekalet kir.
Di civînê da her du alî di derbarê erkên tîma Netewên Yekgirtî ya heyama erkê wê li Iraqê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê da danustandina bîr û ramanan kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî spasî û pêzanînên xwe yên ji bo rola Netewên Yekgirtî li Iraqê û alîkarî û piştevaniya wê ya ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, tekez li ser wê yekê kir ku ew hilbijartin ji bo navûdeng û nûjenkirina şerieta sazî û kiyana Herêma Kurdistanê gelek pêdivî û girînge û tekezî li ser birêvebirina proseya dengdana bi dadmend, paqij û zelal bi beşdariya hemû pêkhat û aliyan kir.
Ji aliyê xwe ve, birêz Cordon spasî û pêzanînên tîma Netewên Yekgirtî ya ji bo rol û hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî û reftarkirina rast û realîst bi pirsa hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê ra nîşan da û tekezî li ser pêdagirbûna Neteweyên Yekgirtî bi piştevanî û alîkariya serketina hilbijartin û proseya dengdanê dupat kir.
Civînên dawî ya Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê digel aliyên peywendîdar yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî çend mijarên din yên civînên bûn.