Hukumet di serokatiya Erdogan de li Xelatê dicive
Hukumet wê di 25ê tebaxê da bi serokatiya Serokomar Erdogan li Kompleksa Civakî ya navçeya Xelatê ya navçeya Bilîsê bicive.
Berpirsê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya 953emîn salvegera Serkeftina Melazgirtê da wê biçe Xelat û Melazgirtê.
Peyama berpirsê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettin Altun ku di Xê da hat weşandin, der barê Civîna Kabîneyê ya ku wê di 25ê tebaxê da bê kirin wiha ye:
” Serokomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya 953emîn salvegera Serkeftina Melazgirtê de di 25-26ê Tebaxê de dê serdana Xelat û Melezgirtê bike û bi vê minasebetê dê serokatiya Civîna Wezîran li Kuliya(komplex) Serokkomar a li Xelatê bike.”