Serok Nêçîrvan Barzanî serxweşiyê li malbata Kemal Mezher kir

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameka serxweşîyê ji malbata rewşenbêr û dîrokzanê Kurd kemal Mezhaer re rêkir.

Peyam:

Gelek bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya zana û dîroknivîsê mezinê Kurd Profesor Dr. Kemal Mezher gihîşt min.

Xwedê jêrazî hemû jiyana xwe ji bo tomarkirin û rastkirina zanistiyaneya dîroka gelê xwe re terxan kir û li wê rêyê ve xizmeteke mezin bi netewe û niştimana xwe kir û gencîneyekî bi nirx ji bo me bi cîh hişt.

Ji destdana Dr Kemal Mezher ziyaneke mezine û bi vê helkefta xemgîn ve hevxemiya xwe ji bo malbat û kesukarên birêz derdibrîn. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bixe ber himbêz û dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

16.03.2021

Nerîna min :