Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata Ebdulrehman Binavî kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 29.06.2022ê, telefona birêz Taha Berwarî kir û ji ber koçadawiyê ya birayê wî, xwedêjêrazî Yasîn Berwarî kadroyê diyar û kargêrê liqê 7 yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Amerîkayê, sersaxiyê ji wî û ji malbata wî ya têkoşer ra xwest.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, hevsozî û hevxemiya xwe nîşan da û hêvî xwest ku Xwedayê mezin canê xwedêjêrazî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û sebr û hedarê bi malbat û hemû kesûkarên wan bibexşe.

Taha Berwarî, ji aliyê xwe ve, bi navê xwe û bi navê malbata xwe ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandana hevsozî û hevxemiyê, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: