Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata Şêx Ehmed Xeylanî kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêz Şêx Cîhad Şêx Ehmed Xeylanî, ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî kesayetiyê diyar û navdarê Hewlêrê Şêx Ehmed Xeylaniyê bavê wan, pirse û serxweşiyê lê kir.

Rêzdar ji bilî derbirîna hevxemiyê, hêvî xwest xwedayê mezin giyanê xwedê jêrazî bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedarê bide malbat û kesukarên birêz bibexşê.

Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha hêviya serkeftinê ji bo birêz Şêx Cîhad Xeylanî xwest ku cîhê bavê xwe digre.

Ji aliyê xwe ve birêz Şêx Cîhad Xeylanî spas û pêzanînên xwe ji bo peywendî û hevbeşiya birêz Serokê Herêma Kurdistanê li sersaxiya wan da derbirî.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: