PolîtîkRojev

Kiliçdaroglu: Erdogan banga şerek navxwe dike!

Gotubêj û daxûyaniyên navbera serokê CHPê Kemal Kilçdaroglu û serokkomarê Tirkiye Erdogan de roj bi roj dijwar dibin û gihatiya asta ku herdu jî heqaretê li kesayeta hev dikin û heta herdu jî hev tehdit dikin. Yanî daxûyaniyên wan di derbarê hevdu de gelek ji zimanê siyasete dûr ketiye.

Kiliçdaroglu di bersiva daxûyaniyek a Erdogan da, gelek bi tundî ew rexne kir. Wek tê zanîn ji bo rewşa darayî û bihabûna çêbûyî, CHP û hinek sendikayên karkera dan xûyakirin ku, eger hukumet tedbîrên pêwist negire, dê derkevin kolana û xwepêşandana bikin. Erdogan li ser vê daxûyaniyê got: Eger ew derkevin kolana emê wek 15ê Temuzê bersiva wan bidin.

Li ser vê daxûyaniyê Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê got: Ey kesê di Qesrê de dijî, her çikas rêjeya denga dikeve tişta deve te dibêje guhên te seh nake.Te îro banga şerek navxwe kir. Ev milet van gotina danaqurtîne.Ev milet ji bo tu û malbata te di qesran de bijî li kolana xwînê narije.

Berdewamiya Twittera xwe de Kiliçdaroglu dibêje ku, emê te û xûlamên te bi hilbijartina têkbibin. Herweha Kiliçdaroglu dibêje: Emê Qesra te bêxin di xizmeta xwendevanan de, lê ji berî wê her roj demjimêr 10.00 heta 20.00 emê ji serdana xelkê re vekin, da ku her kes bizanibe tu jiyanek çewe dijiya.

Back to top button