CivakRojev

Li Diyarbekirê daristana Bahçelî!

Li Diyarbekir bi navê serokê MHPê Devlet Bahçelî Daristanek tê çêkirin

Li gora agahdariyan şaxa MHPê ya Diyarbekirê bi navê serokê MHPê li Diyarbekirê Daristanekî çêdikin û dest bi çandina daran jî kirine. Waliyê Diyarbekirê ji bo daristanê cih ji bo MHPê veqetandiye û şaxa MHPê jî dest çandina daran kiriye û dibêjin heta dawîya vê mehê çandina daran jî diqede.

Serokê MHPê yê Diyarbekirê di daxûyaniyekî de ji bo veqetandina cihê Daristanê û arikariya ku hatî kirin spasiya waliyê Diyarbekirê û berpirsên dezgehê Daristana dike. Herweha serokê MHPê yê Diayrbekirê di daxûyaniya xwe de dibêje:“ Dê di daristanê de 10 hezar dar bene çandin û dê her darek bi navê efserek ku hatî şehid kirin bê navkirin.“

Di vê derbarê de Odeya endiziyarên Diyarbekirê daxûyaniyek ragihand û dibêjin: Ji bo çi hun deverek wek Diyarbekirê  bi navê Bahçelî Daristana çêdikin? Bahçelî li dijê Kurda diaxêve û Bahçelî dijminê Kurda ye. Bi sedan navdarên Diyarbekirê hene navê hinek ji wan li Daristanê bikin.

Li himber daxûyaniya Odeya endizariyan şaxa MHPê li Diyarbekir daxûyaniyek ragihand û dibêje: Desteya karmendên MHPê yê şaxa Diyarbekir hemû Diyarbekirîne û piraniya wan jî Kurdin. Gelek daxûyaniyên serokê me Bahçelî di derbarê Kurdan de hene. Daxûyaniyek a Bahçelî eve: “ Birayên me yên Kurd parçeyek ji miletê meye, Yekgirtina PKKê û Kurda bi hevre xiyanet e.“

Di hilbijartinên parlementoyê yê sala 2018ê MHP li Diyarbekir %1.34 deng destve anîbûn.

Back to top button