Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi serdanekê gihîşt Bexdayê û dê bi rayedarên pilebilind ên hikûmeta Iraqê re bicive.

Nêçîrvan Barzanî îro Sêşembê 22ê Mijdara 2022 di çarçoveya serdanekê de gihîşt Bexdayê û dê bi Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî, Serokê Desthilata Dadê ya Iraqê Fayeq Zêdan û hejmarek berpirsên din ên hikûmeta navendî ya Iraqê re bicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Nêçîrvan Barzanî dê “rewşa giştî ya Iraqê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê,  pirsgirêkên di navbera her du aliyan de û herwiha gotûbêj û hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan” bi rayedarên Iraqê re gotûbêj bike.

Li gor daxuyaniyê, “di civînan de pêşhatên herî dawî yên li navçeyê û hejmarek mijarên din jî dê bên gotûbêjkirin.”

Piştî hilbijartina serokwezîrê Iraqê, Herêma Kurdistanê li benda cîbicîkirina daxwazên xwe ye ku yên herî giring madeya 140 a Destûrê û rêkeftina li ser qanûna petrol û gazê ye.

Herwiha yek ji xalên ku di dema danûstandinên ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê wek merc hatibû danîn, beşdariya Herêma Kurdistanê di nivîsandin û amadekirina projeqanûna budceya 2023 a Iraqê ye, lê heta niha ti civîneke parlamentoyê derbarê wê projeqanûnê de nahtiye kirin.

Back to top button