Serok Nêçîrvan Barzanî rûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriyên Îtalyayê dubare kir

Her di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, êvara îro înê 13/02/2026, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel Guido Crosetto, Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya.
Di civînê de pêşxistina peywendiyên Îtalyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hevkariya ewlehî û leşkerî hatin gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî rûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriyên Îtalyayê û rola wê ya çalak di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ji bo fêrkirin û rahênana Hêza Pêşmerge anî ziman.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê pabendbûna welatê xwe ji bo berdewamiya piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir û pesnê rola Pêşmerge di têkbirina terorê de da.
Pêşhatên ewlehî yên dawî yên navçeyê û metirsiyên terorê, mijareke din a hevdîtinê bû.


