Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Patriyark Mar Awayê Sêyem kir

Roja 09.09.2021ê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel Qedasetê Partriyark Mar Awayê Sêyem, bi helkefta hilbijartina wî ya bi Partriyakê Dêra Rojhilata Aşûrî pîrozbahiyê lêkir.

Serok Nêçîrvan Barzanî piştgîriya xwe ji bo azadiya olî û pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina pêkhatan dûpat kir û balkişand li ser rola Dêrê û pêgeha wan ya olî ya li bihêzkirina wê kultûra li civaka Kurdistan û Iraqê da û hêviya serkeftinê ji bo kar û erkên Qedasetê Partriyak xwest.

Ji aliyê xwe ve Qedasetê Partriyark Mar Awayê Sêyem, spasî Serok Nêçîrvan Barzanî kir û tekez li ser girîngiya rola birêz ya li piştgîriya pêkve jiyan û azadiya li Herêma Kurdistanê kir.

Nerîna min :