PolîtîkRojev

Îran bi dron û topan êriş dike…

Li gora nûçeya Rûdawê, Supaya Pasdaran a Îranê, îro serê sibehê bi firokeyên bê firokevan û topan, binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li herdu navçeyên sînorî yên Sîdekan û Balekayetî yên Herêma Kurdistanê topbaran û borduman kir. Qaymeqamê Çomanê jî dibêje, “li gor zanyariyên destpêkê, ji xelkê sivêl ti ziyanên canî nebûye.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, Supaya Pasdaran îro bi firokeyên bê firokevan li sînorê Sîdekan û Çoman hin cih bombebaran kirine ku pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê lê bicih bûne.

Qaymeqamê qezaya Çomanê, Suware Ekrem ji Rûdawê re ragihand, “ji serê sibeha îro ve firokeyên bê firokevan çend dever li nahiyeya Simîlanê yê ser bi qezaya Çomanê ve bombebaran kirine, lê zirarên canî nebûne.”

Suware Ekrem got, “Firokeyan, gundê Bêwil li Dola Rostê ya ser bi nahiyeya Simîlanê û navçeya Paşqelatan li nêzîk Nawpirdanê bombebaran kirine, lê bombebaran dûr bûye ji avedaniyê û niha jî bombebaran hatiye rawestandin.”

Muxtarê gundê Berbezîn, Mihemed Mecîd derbarê êrişa îro ya Îranê de ji Radyoya Rûdawê re ragihand, “demjimêr 06:00ê serê sibeha îro du firokeyan gundê Berbezîn û gundên derdorê, Derhol, Binperêze û Binî Reşkînî bombebaran kirin, paşê jî bi roket û topên dûrhavêj, navçe bi giranî hat topbarankirin.”

Mihemed Mecîd diyar kir, “ew navçeya ku hatiye topbaran û bombebarankirin, hejmareke zêde ya xelkê lê dijî, herwiha gelek sewal û ajel jî li wan gundan tên xwedîkirin, baregeha ti partiyeke Rojhilatê Kurdistanê jî lê nîne.”

Muxtarê gundê Berbezînê got, heta niha zirarên êrişa Îranê nayê zanîn, çimku topbarana navçeyê hêj berdewam e û xelkê jî xwe veşartiye.

Welatiyekî navçeyê yê bi navê Hecî Ehmed jî ji Rûdawê re axivî û diyar kir, “Îranê sînorê gundê Berbezînê kiriye armanc.”

Back to top button