Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Emar Hekîm dike

Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di peywendiyeka telefonî da digel semahetî seyd Eemar Hekîm bi helkefta hilbijartina birêzî weke serokê Rewta Hîkme ya Nişitmanî, pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û tekîd li ser pêşxistina têkeliyên dîrokî yên di navbera her du aliyan da kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, herwesa, pîrozbahî li serokatiya nû ya Rewta Hîkme ya Nişitmanî kir ji bo wê baweriya bidest xistiye û hêvî xwest ku di erkên xwe da ji bona xizmentkirina gel û welat serkeftî bin.

Di vê peywendiya telefonî da, serok Nêçîrvan Barizanî careka din tekîd li ser berpirsiyariya hevebeş û karê bi hev ra di navbera hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Îraqê da, ji bona derbaskirina dijwariyên li pêş prosesa siyasî, diyalog û lêktêgehişitina ji bo çareserkirina pirsgrêkan û serastkirina pirosesa siyasî kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz semahetî seyd Emar Hekîm li ser navê xwe û serokatiya Rewta Hîkme ya Niştmanî, ji bo peywendî û pîrozbahiyê sipasiya serok Nêçîrvan Barzanî kir, tekîd li ser têkeliyên dêrîn û saxlem yên di navbera her du aliyan da kir û hêvî xwest ku bi harîkarî û lêktêgehiştina hemû aliyan dijwariyên rewşa nuha welat di nav daye derbas bikin û dawyê pê bihêt û berjewendiyên balayên welat hemûyan bi hev re kom bike.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2022.03.06

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: