DosyaRojev

PKK çi ji neteweya Kurd dixwaze?

PKKê ji mêj ve ye dev ji doza Kurd û neteweya Kurd berdaye û her Kurdek dizane ev rêxistin êdî li gorî ecêndayên dewletên dagîrker tev digere, bi kurtasî her dera ew çete têda, dagîrker li wê derê bicîh bûne û mînak li ser vê axaftinê pirin.

Gerîla ew kesin yên ku PKKê ew bi navê eşqa Kurdistanê xapandine û kêşî çiya kirine, lê belê di rastî de her roj PKKe wan ji boy hinek ecêndayan feda dike ku pêwendîya wan bi Kurd û Kurdistanê ve tune ne, mînak «Biratîya Gelan, Serdestkirina Rojhilata Navîn û Mirovahiyê» û dehan siloganên din yên bê wate.

Wekî dî PKKe ji roja ku hatîye ava kirin, ciwanên Kurdan weke fîşeka li ber tivenga xwe bi kar anîne, ciwanên Kurdan kirin sotemenîya berxwedaneke saxte, berxwedaneke ku yêk destkeftî jî ji bo Kurdan çênekirîye.

Di vê derbarê de nivîskar û lekolerê Kurd yê Başûrê Kurdistanê «Hamîd Gewherî», hinek pirs kirine û dibêje: «PKKe çi ji neteweya Kurd dixwaze»?

Hamîd Gewherî dipirse gelo çima hinek Kurd li jêr navê Kurdayetiyê ji PKKê bawer dikin û nikarin rastiyê ji pîlanên jêr bi jêr cuda bikin?

Hamîd Gewherî mînaka bikar anîna ciwanên Kurd weke sotemenîya şer ji boy xizmeta dagîrkeranli Minbicê bibîr tîne û dibêje: «Çima PKKê nêzî 500 Gerîlayan ji boy Minbicê feda kirin, lê belê Minbic teslîmî rejîma Beis a Sûryê kir»?

 Di mijara Şengalê jî de, ev lekolerê Kurd dipirse:

«Qey ma baştir nabe heger PKKe Şengalê jî ji boy xwediyên wê vegerîne û Şengalîyan bi dest hev nede kuştin? Çima PKKe li Şengalê maye li demekê namzedê wan di hilbijartina oktobera 2021an de ku bi hevbeşî li gel Heşda Şebî tevlî bibû, nikarî 600 dengan jî bi dest bixe»?.

Hamîd Gewherî her wiha li derbarê Rojava welat dibêje: «Çawa dibe PKKe destûrê bide artêşa Tirkiyê li ser xaka Rojava Kurdistanê belav bibe û hemwext rê ji boy artêşa Sûryê çêbike ku li Qamişlo û Hesekê baregehan ji xwe re çêbikin, lê belê destûrê nade Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê pilanên xwe yên serbazî cî bi cî bike»?

Hûn çawa ji vê felsefê fêm dikin?

Pirsa sereke li gorî Hamîd Gewherî eve: «Çima hinek Kurd bi navê Kurdayetiyê pişitgriyê didin van pîlanên PKKê û çavê xwe li rastiyê û berjewendiyên netewî digirin? Her wiha handana PKKê dikin ku pirisgrêkan li Başûrê Kurdistanê kûrtir bike?

Li dawiyê jî Hamîd Gewherî gotîye: «PKKê Bakurê Kurdistanê xiste jêr destê dijmin û Rojava jî bi wî derdî bir, herwiha pirsî ye: Gelo ma dibe ku hejmarek ji Kurdên Rojhilat û Başûrê ji van rastîyan bê xeber bin?

D.mazi

Back to top button