Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Wezîra Derve ya Brîtanyayê girt

 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji xanim Yvette Cooper, Wezîra Derve ya Brîtanyayê girt.

Di peywendiyê de, xanim Cooper bi tundî êrîşên ser Herêma Kurdistanê û êrîşa dronî ya duh a ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Duhokê şermezar kirin. Herwiha hevsozî û sersaxiya xwe pêşkêşî serok Nêçîrvan Barzanî û malbatên wan pêşmergeyên qehreman kir yên ku di êrîşên dawî yên ser Herêma Kurdistanê de şehîd û birîndar bibûn.

Wezîra Derve ya Brîtanyayê herwiha tekez kir ku welatê wê bi girîngiyeke mezin li tenahî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û pêgîriya berdewam a hevkarî û piştgiriyên Brîtanyayê dupat ji wan re kir.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya xanim Cooper û piştgirî û hevkariyên Brîtanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir, herwiha dupat kir ku Herêma Kurdistanê bi tu awayî nebûye û nabe beşeke şer.

Di beşek din a peywendiyê de, derbarê pêvajoya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên herî dawî yên şer û bandora wan li ser navçeyê û cîhanê, dîtinên xwe gotûbêj kirin. Di vê barê de herdu aliyan tekez li ser girîngiya dîtina çareseriyên aştîyane û hewlên dîplomatîk ji bo qediyana şer kirin.

Back to top button