Filîstîn Êrîşa hovana ya li ser avahiya Nêçîrvan Barzanî şermezar dike..

Wezereta Derve ya Filîstîn di daxûyaniyekî de, êrîşa terorîstî ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar dike.
Daxûyaniya Wezareta Karên Derve û Koçberan a Filîstîn:
Wezareta Karên Derve û Koçberan êrîşa ku duh şev li dijî mala Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzaniyê li Parêzgeha Duhokê pêk hat şermezar dike û vê êrîşê wekî hewldanek nayê qebûlkirin ji bo têkbirina ewlehî, aramî û serweriya Iraqa bira dibîne.
Wezaret piştgiriya xwe ya tevahî ji bo hemî tedbîr û hewldanên ku ji hêla hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo pêşîgirtina li dubarebûna êrîşên bi vî rengî hatine avêtin, piştrast dike.
Wezaret her wiha hevgirtina tevahî ya Dewleta Filistînê bi Komara Iraqa bira û Herêma Kurdistanê re diyar dike, û helwesta xwe ya bêdawî di piştgiriya aramiya Iraqê û pêşvebirina pêşkeftin û serfiraziya wê de ji nû ve piştrast dike.


