Cîhan

Trump daxuyaniyek nû li ser Tengava Hurmuz da: Me dest bi kontrolkirinê kiriye.

Mehek li ser şerêDYA-Îsraîl û Îranêre derbû, şandina leşkerên Amerîkî bo Rojhilata Navîn bala xelkê kişandiye ser xwe. Trump got, “Ez tercîh dikim ku Girava Hark bigirim û petrola Îranê bigirim,” û dema ku jê hat pirsîn gelo Amerîka dê Tengava Hurmuzê kontrol bike, wî bersiv da, “Erê. Niha dibe,” û her wiha got ku hewldanên dîplomatîk berdewam in.

Hatina keştiya êrîşê ya USS Tripoli, ku 3,500 leşkerên deryayî têdene li Rojhilata Navîn bala xelkê kişandiye. Ev bicihkirin îdiayên ku rêveberiya Washingtonê ji bo operasyoneke bejayî ya muhtemel li dijî Îranê amadekariyan dike xurt kiriye.

Çavkaniyên leşkerî destnîşan dikin ku îhtîmala operasyoneke li dijî Girava Hark, ku hem ji bo şandina petrolê û hem jî ji bo cihê wê yê stratejîk pir girîng e, hedef digire, zêde dibe. Tê texmînkirin ku operasyoneke daketinê ya muhtemel dikare rasterast bandorê li ser hevsengiya enerjiyê ya herêmê bike

Di hevpeyvînekê de bi televîzyona Kanal 14 a Îsraîlê re, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump pirsa “Gelo DYA dê Tengava Hormuzê kontrol bike?”Trum got: Erê niha ew çêdibe.Ev daxuyanî wekî nîşana potansiyel a destpêka serdemeke nû li Tengava Hormuzê, ku wekî dilê bazirganiya enerjiya cîhanî tê hesibandin, hatiye şîrovekirin

Di daxuyaniya xwe ya ji bo Financial Times de, Trump bal kişand ser Girava Hark û got, “Ez tercîh dikim ku Girava Hark bigirim û dest deynim ser petrola Îranê.” Van gotinan bi zelalî armanca Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya zêdekirina kontrola xwe li ser çavkaniyên enerjiyê eşkere kir.

Tevî van hemû pêşketinan, çalakiyên dîplomatîk berdewam dikin. Trump diyar kir ku bi rêya Pakistanê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de hevdîtinên nerasterast têne kirin û got, “Hewldan baş rêve diçin, peymanek agirbestê dikare zû were bidestxistin.


Back to top button