PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nadya Murad kir

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku li ser hewlên xwe berdewam dibin û kar dikin ji bo ku kêşeyên Êzdiyan û navçeya Şingalê bê çareser kirin û li vî warî de li gel aliyên peywendîdarên Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî hemû hevkarî û hemahengiyekî pêwîst dikin.

Li hevdîtina li gel xanima Nadya Murad Çalakvana Êzdî û rizgarbûyê ji destê Da’îş ku îro çarşem 03.02.2021 li Hewlêrê birêve çû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê hewlên xanima Nadya yên bi navê xizmetkirina Êzdiyan bilind nirxand û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo piştgîrîkirina her kar û projeyekî ji bo xizmetkirina Êzdiyan derbirî.

Ji aliyê xwe ve xanima Nadya Murad spas û pêzanînên xwe pêşkêşî hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo berev pêşvebirina dosyeya Êzdiyan û xizmetkirina wan kir. Her wiha her du alî pirsa vegerandina komek termên qurbaniyên Êzdî yên ji bo gundê Koço û rêkeftina Şingalê û çend babeteke dinê di derbarê bi karubarê Êzdiyan guftûgo kirin.

Back to top button