Îsraîl êrîşê bingehek leşkerî li Suriye kir

Artêşa Sûriyê radigihîne, çareke din Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser bingehên wan kir, lê wan piraniya mûşekan berî bigihin armancên xwe bişikînin.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderekî ji artêşa Sûriyê belav kir, şeva borî di demjimêr 22:42 de Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser bingehên wê li başûrê Sûriyê kir, wan jî karî piraniya mûşekan berî bigihin armancê xwe bişikîn.

Wî jêderî got jî, Îsraîlê mûşek ji Golanê ve arasteyî xaka Sûriyê kiribûn. Ziyanên ji encama êrîşê derketine jî tenê madî bûn.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, Îsraîlê êrîşî binkeyên leşkerî yên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve li parêzgeha Quneyterê kirin û ti ziyanên canî nebûn.

Di meha borî de jî, Îsraîl çend caran cih û pêgehên hêzên ser bi Îranê ve li Sûriyê bombebaran kiribûn. Di êrîşa roja 12 meha borî de jî 23 ji çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li Bokemalê hatibûn kuştin.

Nerîna min :