Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanyayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro pêşwaziya konsulê nû yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Beasley kêfxweşiya xwe bi destnîşankirina weke Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê nîşan da û piştevanî û daxwaza Brîtanya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevbeş ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da.

Di mijareke dinê hevdîtinê de her du alî lidarxistina helbijartinên parlamentoya Kurdistanê giring dîtin û hêvî kirin ku proseya dengdanê serkeftî be. Her wiha li ser peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û pêşhatên dawî yên li herêmê nêrînên xwe gotubêj kirin.

Back to top button