Cîhan

Îran: Bersiva me ya rewa ya kuştina Heniye ne girêdayê danûstandinên agirbestê ne

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî got ku danûstandinên agirbesta li Xezzeyê bi mafê rewa yê Tehranê ve girêdayî nîne ku bersivê bide kuştina serokê berê yê buroya siyasî ya Hamasê Îsmaîl Henîyye li ser xaka xwe.

Kenanî duh di civîneke çapemeniyê de got, “Divê em bersiva Îranê ya ji bo kuştina şehîd Îsmaîl Henîye û muzakereyên Îsraîlê ji hev cuda bikin.”

Wî diyar kir, “Ji bo agirbesta li Xezeyê me hewlên mezin dan û em piştgiriyê didin hewldanên welatên dost ên ji bo bidawîkirina karesata Xezeyê. Lewma em di wê baweriyê de ne ku tu eleqeya van danûstandinan bi dosyaya bersivdayina Îranê re tune.”

Wî bal kişand ser kuştina Heniyeyê û got: “Siyonîst bi kuştina Heniyeyê îspat kir ku ne muzakere dixwaze û ne jî aşitî.”

Kenanî bal kişande ser wê yekê ku Îran naxwaze li herêmê şer hebe, lê ji ber ku Encûmena Asayîşa Navdewletî nikare mafên xwe bi cih bîne, neçar e di dema guncaw de bersivê bide.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hinek welatên rojavayî ji şermezarkirina kuştina şehîd Heniye dûr ketin û rê nedan ku di Konseya Ewlekariyê de li dijî Îsraîlê daxuyaniyek bê dayîn. Lewma em di wê baweriyê de ne ku daxwazên bersivdayînê ne aqilane ye û binpêkirina mentiq û hiqûqa navneteweyî.”

Wî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em van daxwazan wek teşwîqeke ji bo sîyonîst ji bo berdewamkirina êrîş û sûcên xwe dinirxînin.”

Back to top button