Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Kongressmanek Amerîkî kir
Serok Nêçîrvan Barzanî û Endamê Kongresê Amerîka Seth Molton pêwendiyên Amerîka li Hewlêrê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Serok Barzanî spasiya DYA kir ji bo berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê. Ji aliyê xwe ve kongirêsmanê mêhvan tekez li ser wê yekê kir ku kongreya Amerîkayê dê weke dostekî li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam be.
Di civînê de hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, reformên Wezareta Pêşmerge û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.