Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Îtalya li Iraqê kir

Serok Nêçîrvan Barzaniyê ku êvara çarşemê pêşwazî li Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê Nicolo Fontana kir, her wiha ji bo piştgirî û alîkariya Îtalyayê ji bo Herêma Kurdistanê spasiya xwe anî ziman.
Ji aliyê xwe ve, Fotana tekez kir ku welatê wî girîngiyek mezin dide têkiliyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û dixwaze hevkariya di navbera wan de di hemû waran de bêtir pêş bixe.
Di civînê de avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, rewşa Sûriyeyê û pêşketinên li herêmê bi giştî hatin nîqaşkirin.


