Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa kir

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê Patrick Dorrel kir.

Di hevdîtinê de peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên danûstandinên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de, rewşa Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku di hemû waran de, bi taybetî di warê danûstandinên bazirganî û aborî de, derfetên berfirehkirina peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hene. Li ser derfet, gav û hevkariyên hevbeş nêrînên xwe danustandin kirin.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê tê de amade bû, herwiha berevanî li giringiya hilbijartinên Herêma Kurdistanê kirin, hêvî kirin ku helmeteke aştiyane bê encamdan û proseya dengdanê bi awayekî serkeftî birêve biçe.

Her wiha rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din ên berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Back to top button