Cîhan

Gefên Trump ji Îranê re: Wê welatê we wêran bibe

Serokê berê yê Amerîkayê û namzedê serokatiya Amerikayê Donald Trump di çerçoveya propagandeya xwe ya hilbijartinan, li Karolînaya Bakur de Îran tehdît kir. Rojekê piştî ku îstixbarata Amerîkî birîfîngek li ser “gefên kuştinê yên rastîn û taybetî yên ku ji Îranê derdikevin” wergirt, Trump gefa “hilweşandina bajarên” Îranê kir.

Trump got: “Eger ez serok bûma, min ê ji welatê ku gefa li namzetê serokatiyê dikin re bigot:”Eger hûn bi her awayî zirarê bidin wî kesî, em ê bajarên we û welatê we hilweşînin.” Ez ê bibêjim em ê we ji holş rakin.”

Trump got, “Wekî hûn jî dizanin, li dijî jiyana min 2 hewlên kuştinê hatin kirin û dibe ku Îran jî di wan de cih girtibe yan jî nebe.” Dibe ku pêwendiya wê bi Îranê re heye. Lê ez hîn jî nizanim.”

Trump bal kişande ser wê yekê ku Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di çarçoveya 79emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li New Yorkê ye û got: “Di vê navberê de Serokomarê Îranê vê hefteyê li welatê me ye û ji aliyê hêzeke mezin a ewlehiyê ve tê parastin. “Lê dîsa jî ew serokê berê yê miletê me û berbijarê sereke ku bibe serokê pêşerojê Dewletên Yekbûyî tehdîd dikin.”

Trump di daxuyaniya xwe ya ku îro li ser medyaya civakî belav kiribû de gotibû, Îranê gelek gav avêtin û bi ser neket, lê dê dîsa hewl bide.

Back to top button