Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Navxwe yê Brîtanyayê civiya
Îro danê êvarê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Navxwe yê Brîtanya Evett Cooper kir.
Di hevdîtinê de behsa bihêzkirina peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya, bihêzkirina hevkariyên hevbeş di hemû waran de bi taybetî hevkariyên ewlekarî û rûbirûbûna tawanên organîze, koçberiya neyasayî, bazirganiya mirovan, şûştina pereyan û tawanên înternetî hate kirin.
Serok Barzanî balkişand li ser bihêztir kirina hevkariyên navnetewî ji bo rûbirûbûna kêşeyên ewlekarî û mirovî û tawanên navnetewî û rola Berîtaniyayê li piştgîrî kirina aramiya navçeyê û palpiştiya Herêma Kurdistanê di pêşxistina şiyanên ewlekarî û îdarî de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve xanim Cooper pîrozbahî li Herêma Kurdistanê kir ji ber serkeftina hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê û spasiya rola Herêma Kurdistanê jî kir ku weke hevkarekî stratejîk di bihêzkirina asayîşa navçeyê de.
Mijara pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, giringiya cîbicîkirina destûra Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên welat, metirsiya DAIŞê, pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û çend mijarên din ên berjewendiya hevbeş mijarên civînê bûn.