Li Sûriyê dîsa şer germ dibe..!
Li Sûriyê rêxistina Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ya li dijî rejîma Sûriyê ji bakurê Helebê êrîşeke nişka ve bir ser hêzên Beşar Esed. Di şerê ku tevahiya rojê dom kirin de heta niha 57 kesan jiyana xwe ji dest dan, 32 gund û xalên leşkerî ji aliyê HTŞ’ê ve hatin girtin.
Li Sûriyê HTŞ (Heyetu Tehrîr El-Şam) ragihand ku wan ji gundewarên rojavayê Helebê li dijî milîsên şîe û hêzên Esed li Helebê operasyonek li dar xistiye.
HTŞ 5 kîlometran nêzî navenda bajarê Helebê bû, herêma ku îro xistiye bin kontrola xwe gihîştiye 245 kîlometre çargoşe.
Li gorî daxuyaniya Rewangeha Sûriyê, di şerê navbera hêzên HTŞ û artêşa Sûriyê de heta niha 57 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku ji kuştiyan 26 endamên HTŞ’ê û 31 jî hêzên rejîmê ne. Hêzên hewayî yên Sûriyê û hevalbenda Sûriyê Rûsya jî bersiva hêzên HTŞê didin.
Di dema ku pevçûnên di navbera rêjîmê û HTŞ’ê de berdewam dikin, gelek sivîlên ku ji pevçûnan li herêmê direvin, xwe li gundewarê Idlibê digirin.
Pevçûn berdewam dikin, ber bi navenda Helebê ve dijwar dibin.