Cîhan

Parêzgarê Hewlêr û Parêzgarê Stanbulê civiyan

 Parêzgarê Hewlêrê ku niha ji bo beşdarbûna di Pêşangeha MUSIAD EXP 2024 li Stenbolê ye, got: “Me pirsgirêkên geştyarên Kurd li Firokxaneya Sabîha gihand Parêzgerê Stenbolê.”

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 27.011.2024, di civîneke rojnamevanî ya hevbeş a ligel Parêzgarê Stenbolê Davut Gul de ragehand: “Me ligel Parêzgarê Stenbolê behsa xelkê Kurdistanê kir ku ji bo çareseriya tenduristî, karsazî û dema bêhnvedanê serdana Stenbolê dikin û li balafirgeha Sabiha rastî pirsgirêkan tên.”

Xoşnaw  herwaha got, “Me ji Parêzgarê Stenbolê xwest ku rola wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên geştyarên Kurd ên li balafirgeha Sabîha hebe.”

Parêzgarê Hewlêrê got, “Bi spasî Parêzgarê Stenbolê Davut Gul vexwendina me ya ji bo serdana Hewlêrê qebûl kir.”

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Stenbolê Davut Gul di konferansa rojnamevaniyê de got: “Me ligel Parêzgarê Hewlêrê peywendiyên di navbera Hewlêr û Stenbolê de gotûbêj kirin.” 

Herwiha Davut Gul amaje bi wê kir, ew ê hewl bidin ku pirsgirêkên li pêşiya geştiyaran derdikevin, bên çareserkirin.”

Şendeka Herêma Kurdistanê ku ji Parêzgeha Hewlêrê û Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê pêk tê, li Stenbolê beşdarê Pêşengeha Navdewletî ya Komeleya Karsaz û Pîşesazên Serbixwe MUSIAD EXPO 2024 bû.

Back to top button