“An dê çek bên danîn an jî siya wan di siyasetê de ji holê rabe.”
Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiye Mehmet Uçum, di weşana zindî de der barê rojevê de daxuyanî da. Uçum der barê gotubêjên ku piştî daxuyaniya ‘Ocalan’ a Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî qewimî de jî got, “Ya wê çek bên danîn yan jî siya wan a di siyaseta demokratîk de wê ji holê rabe.” Têkildarî hevdîtina Ocalan-DEM’ê jî got, “Eger dewlet guncav bibîne dê ev hevdîtin pêk were. Mijar ew e ku dê çi bê axaftin.”
Şêwirmendê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Mehmet Uçum tevlî bernameya CNN Turk bû, bersiva pirsen Dicle Canova da û di derbarê hevdîtinîn li gel Ocalan de got: “Ya wê çek bên danîn yan jî siya wan a di siyaseta demokratîk de wê ji holê rabe.”
Pêvajoya ku jê re tê gotin qonaxa ku di 1’ê Cotmehê de bi destê Bahçelî bi endamên DEM’ê re dest pê kir. Divê ev weke qonaxeke nû bê nirxandin, ne weke pêvajoyekê.
Navê vê yekê armanckirina Tirkiyeya bêteror e. Ji bo bidestxistina armanca Tirkiyeya bê teror, ji holê rakirina terorê li herawayî û her qadê de ye. Her tişta ku hewldide teröre rewa bike divê ji holê rabe. Armanca vê yeke ji aliye Bahçelive hatiye eşkerekirin. Xurtkirina yekîtî û biratiya netewî. Îcar ev tê çi wateyê? Eşkere ye ku ev bangek cidî ye ku ji wan kesên ku bi îstismarkirina Kurdên Tirkiyê bi rêya Kurdên Tirkiyê siyaseta terorê dimeşînin, ji holê rabin. Komara Tirkiyeyê jî dewleta neteweyî ya kurdan e. Tirkiye jî welatê kurdan e.
Divê Partiya DEM ku, divê bibe partiya Tirkiyê û partiyên din jî barê welayetiya terorîstan ji ser xwe bavêjin. Dewlet nîşan dide ku ji bo bidestxistina armanca dewleteke bêteror bi biryar e. Dewlet dikare her cure derfetan bi kar bîne. Dewletê nameyên Ocalan xwendin. Dewletên bi hêz dikarin biryarên wiha bidin.
Helbet dê banga danîna çekan were kirin. Ji vê xwezayîtir tiştek nîne. Têkoşîna li dijî terorê xwedî pîvanek e. Di têkoşîna li dijî terorê de pîvaneke operasyonê heye. Ew ê yan çekên xwe deynin yan jî weke amûreke hêzên emperyalîst derkevin holê. Wê rastiya ku ew kurdên Tirkiyê îstismar dikin û heta nahêlin kurdên Tirkiyê di pêvajoyên siyasî yên demokratîk de bi rêbazên çewisandinê bi awayekî azad xwe îfade bikin wê derkeve holê. Yan wê çek bên danîn yan jî siya wan di siyaseta demokratîk de ji holê rabe. Ji xwe civak ji Kurdên Tirkiyê û PKK’ê dûr ketiye. Yên din kî ne? Di daxuyaniyên birêz Bahçelî de jî hebû. Partiya DEM û partiyên din, ku divê bibin partiya Tirkiyê. Divê ew jî barê terorê ji ser xwe bavêjin.
Birêz Bahçelî jî nirxandineke wêrektir kir. Wî got ku ger pêvajoyek wiha pêk were, dibe ku mafê hêviyê jî cihê nîqaşê be. Divê ew wekî pêşniyarên pir xurt, wêrek û vîzyonî werin nirxandin.
Her kes bi awayekî Öcalan îstîsmar dike. Ocalan dibêje vîna me ye. Herî kêm îstismara wan a li ser Ocalan wê derkeve holê. Derket holê ku ew di vê mijarê de ne samîmî ne. DEM jî neçar e ku kumê xwe deyne ber xwe û bifikire. Her wiha hilbijêrên DEM’ê yên ku li ser siyaseta demokratîk biryar girtine û dixwazin bi beşdariya xwe tevkariyê bidin Tirkiyeyê, tene îstismar kirin. Girîng e ku ev derkeve holê.
Di derbarê tayinkirina qeyûman de got: Di dozên ku bi tawanên terorîzmê re têkildar in de pirsgirêkek pêbaweriyê heye. Tu sûcên din tune. Ger şaredarî têk biçe, di meclîsa bajêr de tê yek din tê hilbijartin. Ev di lêpirsîna terorê de nayê kirin. Di tawanên girêdayî terorê de bawermendek heye, lê di yên din de ne.
Di derbarê ku cardin Erdogan bibe namzet de got: Dibe ku ew bibe namzet. Dibe ku bi biryara Meclîsê ya beriya 7ê Gulana 2028an rêya namzediya Serokomariya me vebe. Erdogan nirxekî neteweyî yê Tirkiyeyê ye. Digel ku em xwedî nirx û rêberek bihêz in, ez dibînim ku girîng e ku em fersendê ji bo namzetiyê peyda bikin.