
Di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li bajarê Munchenê yê Almanyayê de, Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken civiya.
Di hevdîtinê de çend mijar hatin behskirin, ji wan jî serdana dawî ya şanda Iraqî bo Washington û gotûbêjên wan li gel berpirsên Amerîkî li wir; Her li vê hevdîtinê de behsa pêşdebirina peywendiyên dualî yên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina çarçove ya stratejî ya di navbera her du aliyan de hate kirin.
Blinken pabendbûna welatê xwe bi têkeliyên digel Îraq û herêma Kurdistanê dûpat kir û tekîd li ser giringiya peywendiyên aram di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina kêşeyên heyî kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê de nêrînek pêşkêş kir û tekez li ser giringiya berdewamiya piştevaniya Amerîka bo Iraq û Herêma Kurdistanê li rûbirûbûna kêşeyên heyî kir.
Di hevdîtinê de geşedanên li herêmê berfireh hatin nirxandin.
