Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Kongreya Amerîkayê civiya

Di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li bajarê Munchenê yê Almanyayê de, Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham û şanda li gel kir ku ji hejmarek senatorên her du aliyên Komarî û Demokrat pêk dihat.

Gotûbêj li ser çend mijaran ji wan peywendiyên dualî yên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin û şanda Amerîkî tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Kongresê bo Herêma Kurdistanê kir.

Her wiha di hevdîtinê de pêşhatên siyasî û aborî yên Iraqê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pirsa aştî û aramiya navçeyê hatin gotûbêjkirin. Her du alî li ser giringiya pêgeha Iraqê û rola wê di parastina aramiya navçeyê û rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê de hemfikir bûn.

Di civînê de geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û herêmê berfirehtir hatin kirin.

Back to top button