Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Serokdewleta Macarîstanê Katalin Novak kir.

Di hevdîtinê de peywendiyên navbera Macaristan û Iraq û Herêma Kurdistanê, proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî, pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û diyaloga çareserkirina pirsgirêkên wan, şerê li dijî terorê û metirsiya DAIŞê, rewşa Iraqê û penaber û civakên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî tekez li ser xwesteka dualî ji bo pêşxistina peywendiyan û hevkariyên hevbeş di hemû waran de kirin û berdewamiya hevkarî û piştevaniya navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna terorîstan û jinavbirina DAIŞê pêwîst dîtin.

Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Seroka Macarîstanê jî wek nîşana piştevanîkirina Herêma Kurdistanê bi nav kir û spasiya Macaristan kir ku, di şerê li dijî DAIŞê de ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê piştevaniya serbazî kiriye.

Ji aliyê xwe ve xanim Catalin Novak Seroka Macarîstanê jî spasiya qurbaniyan û rola Pêşmerge di jinavbirina DAIŞê de kir û tekez li ser berdewamiya hevkarî û hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo jinavbirina terorîstan kir. Herêma Kurdistanê ji bo bihevre jiyankirin, tolerans û parastina penaber û civakan, bi taybetî civaka mesîhî û êzdî yan gelek bi giring nirxand.

Her li vê hevdîtinê de behsa peywendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û navçeyê, giringiya parastina aramî û serweriya Iraqê, şerê Ukraynayê û encamên wê û çend mijarên din ên berjewendiya hevbeş hat kirin.

Back to top button