Nivîsar

PKK:Ne ji PKKê bûya li bakurê Sûriyê herêmek weke “Herêma Kurdistanê” dihat damezrandin

Gelek cara dema behsa rewş û armancên PKKê li rojavayê Kurdistanê tê kirin , gelek kes naxwazin vê yeke tê bigihin. PKKê rojavayê Kurdistanê li bingehê gotar û stratejiya serokê PKKê Ocalan ji holê radike û hewldanên wan hemû ev e. Berê xwe bidinê, Ocaln digota li Kurdistan li Suriye tûneye û Kurdên li Suriye hemû ji Tirkiye hatine û ev dever ne Kurdistane.

Dema rejima Surî bi plana li gel Îranê çekdarên PKKê anîn li rojavayê Kurdistanê cih kirin , cara yekem navê Kurdistanê guhertin û kirin bakurê Suriye. Desthilata ku ava kirin navê wê kirin Reveberiya Xweser. Herweha tene alên partiya xwe rakirin û Ala Kurdistanê qedexe kirin. Lê dema kesek naxwaze vê yeke bibine tiştên ku bene gotin jî namîne.

Gelek cara PKK bi xwe jî vê yeke bi zimanek fermî dibêje,  bere xwe bidin vê nûçeyê:

Endama Komîteya Navendî ya PKKê Hêlîn Umîd eşkere kir, wan rê li planeke Amerîkayê girtiye, ku dixwest herêmek weke Herêma Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê damezrîne.

Hêlîn Umîd beşdarî bernameya taybet a Medya Haber a ser bi PKKê bû û ragihand: ‘’Eger PKK nebûya, Amerîkayê dê sûd ji rewşa Rojavayê Kurdistanê wergirtiba û herêmek weke Herêma Kurdistanê dê pêk bianiya.’’

Herwiha eşkere kir li gor plana Amerîkayê, ew herêma li Rojavayê Kurdistanê dihate pêkanîn jî, dê bi Herêma Kurdistanê ve bihata girêdan, lê li gor gotinên wê, wan wek PKKê rê li wê plana Amerîkayê girtiye.

Di meha Adara 2011an de liv û tevgera çekdarî ya xelkê Sûriyê li dijî hikûmeta Beşar Esed dest pê kir û heta niha berdewam e.

PKK li jêr navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çend grûp û rêxistinên din li Rojavayê Kurdistanê desthilata wê heye û hêzeke sed hezar kesî li jêr navê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk aniye.

Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, wek aliyê sereke yê li Sûriyê ji bo rûbirûbûna DAIŞê alîkariya wê hêza Kurdî dikin, ev di demekê de ye ku ew hêz daxwaza danûstandinê ji Şamê dike û dixwaze vegere ser Şamê û banga parastina sînorên Sûriyê û berevanîkirina yekparçeyiya axa Sûriyê dike.“

Gelo hêdî cihê gotinê dimîne? PKK li rojavayê Kurdistanê xiyanetê li miletê Kurd dike û xizmeta projeyên dagirkera li ser Kurdistana Rojava dike. Heta Kurd div ê derbarê de bi xwe bihesin û rastiyê bibinin, hêjmara Kurda li rojavayê Kurdistanê ji ya Ereban kêmtir dibe û hêdî navê Kurdistanê jî li ser vê axê dibe xeyal û armanca PKKê û Ocalan cih dibe.

Nêrîn/Şirove

Back to top button