Nivîsar

Makezagona federal û rêferandûma Kerkukê û Tirkmen

Tirkmen divê baş bizanin ku rêferandûma  Kerkukê dê tespît bike ku Kerkuk dê bi Hikûmeta Federal ve grêdana xwe bidomîne, an jî bi Hikûmeta Kurdistanê re bê girêdan.

Îbrahîm GUÇLU

Li Iraqê pirsgirêke mezin ew e ku gelek xalên makezagona federal hatıne binpê kirin. Gorî tespîta Hikûmeta Dewlet a Federe ya Kurdistanê, partiyên Kurdistanê, bi taybetî jî gor tespîta Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku di Rêferandûma Serxwebûna Kurdistanê de (2017) diyar jî kiri bû, 55 xalên Makezagona Federal hatine binpê kirin. Bi taybetî jî piştî Rêferandûma Serxwebûna Kurdistanê, ji bona ku Hikûmeta Navendî ya federal xwest ku  Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rake û di îşgalkirina Kerkukê de,  Makezagona Federal ji holê rabû. Divê makezagon jinûve zînde bibe û di jiyanê civakî û siyasî û îdarî de xwe diyar bike.

Wek tê zanîn Hikûmeta Federal ya Iraqê, piştî salekê hilbijartina giştî ava bû. Li ber Hikûmetê karên gelek girîng hene. Loma jî nûha li pêş Hikûmeta Federal ya Iraqê karê girîng ya destpêkê ew e ku Makezagona Federal divê jinûve rojane bibe, di jiyana dewleta Federal de bibe hiqûqa esasî. Heger Makezagona Federal nekeve jiyanê, wê demê jinûve avakirina Dewleta Federal, pêkanîna demokrasiyê, maf û azadiyên şexsî û kolektîf parastin, pêwendiya kurdan û ereban; pêwendiya Hikûmeta Federe Ya Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê başkirin, pêşxistin, aşkirin, pêwendiya kurdan û ereban; pêwendiya Hikûmeta Federe Ya Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê başkirin, pêşxistin, aşbûn çêkirin,  mimkun nabe.  

Di Makezagonê de mijara girîng ew e ku divê li Kerkukê rêferandûm bê li darxistin, statuya Kerkukê ya îdarî û civakî û siyasî bê diyar kirin. Rewşa Kerkukê û rêferandûma Kerkukê di xala 140emîn ya Makezagonê de hatiye diyar kirin.

 Beriya 2005an dema makezagon amade bibe, wek salên 1970yî Statuya Kerkukê dîsa bû niqaşeyeke stratejîk. Terefa kurd û terefa ereb di statuya Kerkukê de li hevûdu nekirin. Riyeke demokratîk û vekirî ku hemû  teref, kurd û ereb qebûlk bikin, hat hilbijartin. Terefa kurd û ereban li hev kirin ku statuya Kerkukê bi rêfarandûmê bê diyar kirin.

Ji bona rêferandûma Kerkukê diviya bû ku serhêjmarî çê bibe. Di sala 2007an de jî rêferandûm bê li dar xistin.

Hezar mixabin gorî Xala 140emîn ya Makezagonê, Rêferandûma Kerkukê amade nebû. Lê di Rêferandûma Serxwebûna Kurdistanê de (2017) tespît bû ku Kerkuk bajarê Kurdistanê ye. Ew jî bû sedem ku Hikûmeta Navendî bi dewletên kolonytalîst yên cîranê wê ve û bi rêxistinên welatfiroş yên Kurd û PKK-Haşdî Şabî ve êrîşî Kerkukê bikinn û kerkukê îşgal bikin.

RÊRERANDÛMA KERKUKÊ NE Lİ DİJÎ TIRKMEN Û EREB Û NETEWEYÊN DIN ÊN KERKUKÊ NE…

Ji bona Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê di vê qonaxê de mijara girîng ya çareser bibe, mijara Kerkukê û rêferandûöa Kerkukê ye.

Diyar e ku nûha ev mijara di rojevê de ye. Lê diyar e ku Cepheya Tirkmenan dijitiya xwe li dijî Rêfverandûma Kerkukê nîşan dide.. Ew neheqiyê û dijitiya kurdan û Tirkmenan bi xwe ye.

Tirkmen divê baş bizanin ku rêferandûma  Kerkukê dê tespît bike ku Kerkuk dê bi Hikûmeta Federal ve grêdana xwe bidomîne, an jî bi Hikûmeta Kurdistanê re bê girêdan.

Ev tu dem li dijî Tirkmenan nabe. Heta li berjewendiya wan dibe. Lewra Tirkmenan heta nûha ji Ereban zirar dîtine. Kurdan bi wan re wek wekhevî tevgeriyan e û zirar nedane wan.

Li Kerkukê bi rêferandûmê hebûna Tirkmenan û neteweyên din ji holê ranabin.

Baş tê zanîn û jiyana civakî û siyasî jî diyar dike ku Dewleta Federe ya Kurdistanê li hemberî Tirkmenan gelek demokratîk tevdigere. Mafê wan heye ku partiyên xwe ava bikin, hemû dezgehên xwe yên çandî û ragîhandinê ava bikin, zimanê xwe wek zimanê perwereyê bi kar bînin, xwe bi xwe temsîl bikin.

Ji aliyê din de heger Kerkukî nexwazin ku bi Kurdistanê re bê girêdan, Kurd jî dê vê yekê qebul bikin.

Divê li Dewleta Federal ya Iraqê birîna Kerkukê derman bibe. Kerkuk, di sala 1975an de bû sedem ku di navbeyna ereb û kurdan de şerekî dijwar bê holê. Di pêşerojê de ev xeteriya dikare bê rojevê. Loma divê pirsgirêke  Kerkukê bi rêferandûmê çareser bibe. Ev riya, riya aşitî ye. Zirarê nade tu neteweyan. Heta dibe sedem ku pêwendiyên neteweyên li Kerkukê xûrttir bibin.

Diyarbekîr, 09. 12. 2022      

Back to top button