Polîtîk

Mesrûr Barzanî û Eyad Ellawî rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê kir û tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, li ser bingeha destûrê kirin.

Îro Înê 9ê Kanûûna 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Eyad Ellawî kir û pêşhatên herî dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di civînê de herdu aliyan, rewşa giştî, pêşhatên herî dawî yên Iraq û navçeyê û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, li ser bingeha destûrê, gotûbêj kirin.

Back to top button