CîhanRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Qeterê civiya

Piştî Nêçîrvan Barzanî ku bi serdaneke fermî gihîşte Qeterê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Doha ya paytext li gel birêz Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî, Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Qeterê civiyan.

Li kombûnek da her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Qeterê kirin û behsa derfeta sermayeguzarî û veberhênana Qeterî li Herêma Kurdistanê û li wir ve jî ji bo tevahiya Iraqê kirin bi taybetî li wan waran da ku ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê pêwîstin. Her wiha hengavên vekirina Konsolxaneya Giştî ya Qeter li Hewlêrê guftûgo kirin.

Rewşa Iraqê û encamên hilbijartina Encumena Nûneran û proseya siyasiya li welat, pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çend pirseke girîng û hevbeş, mijareke dinê kombûnê bûn.

Back to top button