PolîtîkRojev

Bereya Aştî û Azadiyê kiryarên Rêveberiya Xweser êermezar dike

Bereya Aştî û Azadiyê kiryarên Rêveberiya Xweser protesto dike û daxwazê ji aliyên navdewletî dike ku guşarê li ser wê Rêveberiya Xweser dirust bike.

Bereya Aştî û Azadiyê ya Sûrî, roja Înê 15yê Cotmeha 2021ê, civînek bi beşdariya serokê wê, Ehmed Elcerba, li dar xist û daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Bereya Aştî û Azadiyê, di civînê de, rewşa navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate behskirin, wiha jî kiryarên Rêvebeirya Xweser, bi rêya grûpa bi navê “Ciwanên Şoreşgêr”, derbarê êrîş û hewlên têkdana xwepêşandanên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê, ku pêkahateyên wê bereyê jî tê de, beşdar bûn, protesto kirin.

Di heman daxuyaniyê de Bereya Aştî û Azadiyê piştgirî û hevsoziya xwe ji bo Şivan Ibrahîm, endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya Bereya Aştî û Azadiyê û hejmarekê ji medyakar û nivîskaran, nîşan da, ku rastî gefên ciddî hatine û ew Bere jî Rêveberiya Xweser û HSDê weke berpirsên yasayî û exlaqî di ber selametiya wan kesan de dibîne.

Heman Berê herwiha daxwazê ji Amerîka û rêxistinên herêmî û navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dike guşarê li ser Rêveberiya Xweser û HSDê bike ji bo dest ji wan siyasetan berdin.

Back to top button