PolîtîkRojev

Kurdî zimanek pîroz e

Serokê Partiya Pêşêrojê Ahmet Davutoglu di çerçova serdanên xwe yên bajaran herî dawî serdana Wanê kir. Davutoglu li Wanê û hinek navçeyên Wanê geriya û li gel xelkê deverê civiya û hevdîtin pêkanîn.Davutoglu li Wanê tevlî bernameyeka kanalek televizyonî bû. Davuoglu cardin behsa helwesta serokê MHPê Devlet Bahçelî ya ku ji bo Davutoglu gotî Serok Ahmetkir. Davutoglu dibêje: Bahçelî dema vê yekê dibêje heqaretê li zimanê Kurdî dike.

Davutoglu da xûyakirin ku, hilbijartinên pêşwext dixweyê dê çêbin hingê mirov dikare bêje kî dibe berbijêrê serokkomariyê.Davutoglu got ku; Divê em hemû perspektîfên nûjen li pirsgirêkên heyîn binêrin û çareser bikin.AKP ketiye di bin bandora îdeolojiya Dogu Perînçek û Devlet Bahçelî de.

Berdeamiya axavtina xwe de serokê Partiya Pêşerojê got: Kurdî zimanek zikmakiye û pîroz e.Ev nemeteka xudaye û mafek mirovatiye. Eger em bi vî awayî zimanê Kurdî binirxînin behtir dikarin dîtinên xwe bêjin.

Back to top button