CîhanRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî gihîşt Doha

Roja 16.10.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gihîşt Doha ya paytexta Qeterê û li rêwresmek da ji aliyê Casim Bin Seyf Elsuleytî Wezîrê Veguhestin û Gihandina Qeterê û birêz Omer Berzencî Balyozê Iraqê li Doha ve hate pêşwazî kirin.

Li serdana xwe da Serok Nêçîrvan Barzanî sibê yekşem li gel birêz rêzdar Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî Mîrê Qeterê û birêz Serok Wezîr û Wezîrê Navxo, Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derve û Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Qeterê dicive.

Li kombûnan da Serok Nêçîrvan Barzanî pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Qeterê li gel peywendiyên Iraq û Qeterê ya li warê siyasî û warên alîkariya hevbeş bi taybetî jî li kertên bazirganî û pîşesazî û derfeta sermayeguzarî û veberhênana Qeterî li Herêma Kurdistan û Iraqê de, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş guftûgo dikin.

Back to top button