Gelê Kurd derdê ezel di sedsala 21an de tecrube kir
Di dîroka hemû neteweyên cîhanê de, rojên xweş û nexweş, serkeftin û binkeftin, wilatparêzî û xiyanet hene, lê belê di dîroka ti yêk ji van neteweyan de xiyaneteke mezin û qirêj ya bi qasî 16î oktoberê tuneye, xiyanetek ewqas bi êş ku di efsaneyên herî terajîdîk de jî nayê dîtin, bi kurtahî 16î oktober xiyaneteke bê hempa bû, derdê ezel bû ku gelê Kurd careke din li sedsala 21an tecrube kirî.
Başûrê Kurdistanê paş ku ji lihevhatina li gel dewleta Îraqê bê hêvî may û hemû rêkên çareseriyê rastî şkestinê hatîn, pena ji bo biryar danê li ser mafê diyar kirina çarenivîsa xwe bir, biryar da referandumê bike û li vir hengava yekem ber bi serxwebûna Kurdistanê avêt.
Biryara referandomê ji bal tev partiyên Başûrê Kurdistanê hat girtin û gelê Kurdistanê bi tevahî li gel bû, di civîna 7 xizÎrana 2017an de encûmena bilind ya referandumê ku hemû partiyên Kurdistanê ji bilî Komela Îslamî û tevgera Goranê têde bûn, biryar li ser encam dana referandumê da û roja 25/9/2020an ji bo vê mebestê dest nîşan kir.
Piştre hikûmet û parlimena Kurdistanê di ser hemû gef û hoşdariyên dewletên dagîrker û zexta dewletên zilhêz de, Ev roj pejirandin û di parlimena Kurdistanê de bi piranîya dengan hat erê kirin.
Cebheya dije referandumê
Li gel derketina biryara referandumê, liv û tevgerên ji nav birina wê li asta navxwe û navdewletî destpêkir, cebheya dije referandum derket, evê cebhê yek armanc hebû, ew jî bêdeng kirina referandumê bû, mirov dikare cebheya dije referandumê û amancên wê wiha bide nas kirin:
- Cebheya dije referandumê li asta dewletên herêmî, Îraq, Îran û Tirkiye ku van dewletan eşkere xebatên xwe ji bo bêdeng kirina dengê gelê Kurd û kuştina referandumê encam didan, ev pîlan bi çavsaxîya dewletên zilhêz dihatin meşandin, dewletên weke Amerîka, Berîtanya û dewletên Ewropayê ku bi dostên gelê Kurd dihatin hesab kirin.
- Xala ddûyan cebeheya dije referandum li asta navxwe ya Kurdistanê û ya rast di vê xalê de hinek sînaryo hebûn:
Sînaryoya yekê: Bêdeng kirina referandumê bi her behayekê be û li vir mirov dikare bas li civîna “Dukan” a roja 15 îlona 2017an bike, di vê civînê de hemû hewlek hate dayîn ku serokê herêma Başûrê Kurdistanê Mes’ûd Barzanî ji biryara referandumê paşgez bibe, lê ev hewl bê êncam ma.
Zanyariyên herî taybet hene ku di wê civînê de Qasim Suleymanî yê fermandarê sipayê Pasdaran, li qatê ddûyan bû û li benda encamên civînê bû.
Sînaryoyya didûyan: li vê qûnaxê û paş şkestina hewlên bêdeng kirina referandumê, dewletên dagîrker û bi alîkarîya girûpek diyar yê nava Yekêtya Niştîmanî ya Kurdistanê, dest bi civînan kir ji bo ku paş encam dayîna referandumê, êrîş li ser Başûrê Kurdistanê were kirin û pîlana 16î oktoberê di van civînan de hate danan, maf û erk hatine parve kirin û “Girûpa Kalfaman” hat erkdar kirin.
Destpêka xiyanetê
Referandum li 25 îlona 2017an hat encam dayîn, Kurdistanîyan dengê xwe da, di vê rojê de rêberên tev partiyên siyasî li ser ekranên TV yan derketin û ragihandin ku wan bi şanazî ve deng bi belê ji bo serxwebûna Kurdistanê daye, her çend ku li dema bangeşê hinek ji wan bi ti rengan çapemenîya partîya xwe nexistbû di xizmeta referandumê de.
Lahor Şêx Cengî di roja referandumê de derket û maskê referandomê li rûyê xwe kirbû, wî got ev demek pir dirêje em li benda vê rojê ne, bila canê şehîdên me aram be û me deng bi belê daye, lê belê ya rast rêberên YNKê çendîn rojan pêş referandumê çûbûn Îranê ji bo ku ji rayedarên vê dewleta dagîrker emran werbigrin, wan bê rêzî bi rehmetî Mam Celal Talebanî kir û herçende ew nexweş bû û nedkarî xwe li ser lingan bigre, lê belê ew bi dest birin Îranê, mirov dikare bibêje li wê rojê ew berheviyên xiyaneteke wek xiyanetên salên 1966an û 1996an bû dihatine kirin.
Piştî referandumê, liv û tevgerên Îranê û Îraqê li gel balekê YNK ê bihêztir derketin, pîlan amadekir û heya roja 15 oktoberê her tişt amadebû, lihevhatin li navbera balê YNK ê li gel mîlîşya Heşda Şe’bî, sipayê Pasdaran û çekdarên Hizbulla ya Libnanê da hatbû kirin.
Ji destçûna dilê Kurdistanê
Li şeva 16î oktoberê pîlanê destpêkir, arteşa Îraqê, mîlîşayên Şî’e bi rêberatîya Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Qudis ya sipayê Pasdarên Îranî, êrîşa ser navçeyên Xurmatû, Kerkûk û Xaneqînê destpêkir, her di zû de Girûpa Kalfaman di nava Yekîtyê de ferman ji bo Pêşmergeyan şand ku vekşin û rê ji bo derbasbûna arteşa Îraqê û Heşda şe’bî vekin, li vir hinek ji Pêşmergeyên Kusret Resûl red kirin ew cebheyên xwe berdin lewma her hemû hatine kuştin, gulle bi pişta wan ketbûn û li vir diyar dibe ku her ew bi destê hinek Pêşmergeyên YNK ê bi fermana Lahor hatbû kuştin û her ji ber vê cesedên wan ji bo pizîşkîya dad nehatin veguhastin.
Ya rast Pêşmergeyên Kurdistanê li destpêkê êrîş têkşikand û 7 erebeyên Heşdê û arteşê jinavbrin û 14 çekdar kuştin, bi wê yekê dujimnan fêm kir ku hatina nava Kerkûkê bi şer karekî hêsan nabe, lewma neçar man bi rêya girûpa Kalfaman hinek ji sengerîn Pêşmergey werin vala kirin.
Girûpa Kalfaman her di zû de astengên li ser pira Meryem Beg ladan û ferman li fermandar û Pêşmergeyên ser bi partîya xwe ve kir sengeran vala bikin, hinek ji fermandarên Pêşmergey weke Şêx Ce’fer Şêx Mistefa red kir wê fermanê bi cî bikin, lewma girûpa Kalfaman ew bi darê zorê desteser kir, li vir arteşa dagîrker derbasî Kerkûkê dibe û Pêşmerge tê dorpîç kirin.
Li başûra rojava Kerkûkê, Pêşmerge haydarî çol kirin û hatina arteşê bo nava Kerkûkê nebû, her jiber vê yekî 25 Pêşmerge dikevin bîseyeka Heşdê û hemû şehîd dibin, bi vî awayî Kerkûk tê dagîrkirin.
Berxwedan û pîlan paş 16î oktoberê
16î oktober netenê radestkirina xaka wilat bû ji bo destê dagîrkeran, belku şkandina şexsîyeta mirovê Kurd, fexra niştîman û rumeta Pêşmergeyên canfîda bû, gelê Kurd li vê rojê derdê ezel û xencera ji pişt ve careke din tecrube kir.
Paş 16î oktoberê pîlanên dagîrkeran bi dawî nebûn, deriyên sînor hatin qepat kirin, embargo ya siyasî û abûrî li ser Başûrê wilat hat danan, li van deman de Pêşmergeyên Kurdistanê amadekarî ji bo parastina nîştîmanê xwe dikir, wan dizanî ku dujmin nasekine, wan dizanî xetereke mezin li ser take perçeya azad ya Kurdistanê heye.
Mes’ûd Barzanî li vê qûnaxê hêzên Pêşmerge ji bo parastina sînorên Başûrê Kurdistanê kom kirin, dagîrkeran di xwest ji Sihêhla û Pirdê êrîşa xwe bidomînin, lê belê Pêşmergeyan berxwedaneke bê hempa kir, wan li Pirdê tankên Abramiz yên dagîrkeran teqandin, bi sedan mîlîşya û çekdarên wan kuştin û nehişt li Pirdê û Sihêla bikevin xaka Kurdistanê de.
Biryar ew bû ku ger hat û Pêşmerge li Pirdê rastî şkestinê hat, mîlîşiya Heşda Şe’bî û sipayê Îranê û hinek ji çekdarên girêday giropa Kalfamên YNK ê êrîşî bajarokê Selaheddînê, ciyê rûniştina malbata Barzanî bikin û bi vî rengî Hewlêrê û saziyên hikûmî yên li wir dagîr bikin û dawiyê bi statoya Herêma Kurdistanê bînin, Kalfam li ser wê fikarê bûn ku ger Hewlêr ji bal Îraqê û Îranê ve were dagîrkirin li wê demê wê desthilat bi temamî bikeve destê wan de, ev girûp ewqas kalfam bûne ku li ser fikarek bi vî awayî dest bi vê xiyaneta dîrokî kir.
Pêşmergeyan li van 3 navçeyan bi taybetî li Pirdê û Sihêla dastaneke dîrokî tomar kir, xwîn rijand û şehîd dan, lê belê sînorek ji bo destdirêjîya dagîrker û zimandirêjîya kalfamên Kurdistanê dana.
Rola PKKê di dagîrkirina Kerkûkê de
PKK e li 9î tebaxa sala 2014an derbasî Kerkûkê bû, li gel çûyna xwe wê dîmen, merasîmên eskerî û kunsêrt belav kirin ku ew li wir wê bibe hêzeke meşrû’, PKK e li nêzî hêzên Îraqî bi cî bû û li gel mîlîşyayên Heşda Şe’bî hemahengî çêkir û bi hevre tev digeryan, lê belê li 16î oktobera 2017an û dema ku Kerkûk hatîye dagîrkirin tu kesê nezanî kanê ev Gerîla bi koderê çûn, ev ciyên weke Daqûq û Mela Ebdulla çima Gerîla lê winda bûn.
Li şeva 16î oktoberê PKK ê hêzên xwe gelek bi bêdengî kêşane kampa Mexmûr, Gerîlayan hîç şerek li dijî arteşa dagîrkeran nekir, lê belê tenê ji bo probagindayê li ber meqerên xwe yên siyasî hinek ciwan û kadiroyên siyasî hiştin ku hinek fîşek ji bo kamîrayan teqandin ji bo ku piştre bibêjn me şer kir.
Di esas de, PKK e şirîka bûyera Kerkûkê ya veşartî bû, PKK ê piştî sala 2014an, li Îraqê û Başûrê Kurdistanê bibû şirîkê hikûmeta navend ya Îraqê, taybet Heşda Şe’bî, ango li himber Herêma Kurdistanê bibû baskî Bexdayê û Şî’eyan, herwiha agahîya wê ya temam li ser meseleya dagîrkirina Kerkûkê hebû, ji berku Lahor Şêx Cengî bera bûyerên Kerkûkê her yêk ji Demhat Egît berpirsê peywendiyên KCK ê ku li Silêmaniyê bû û her wiha Riza Alton yê rêvebrê KCK ê dibîne û bernamey jêre dibêje.
PKKe li wê bawerê bû ku ev pîlan wê bibe sedema têkbirina PDK ê ji ber vê, PKK ê telîmat dane hêzên xwe ku li gel Heşda Şe’bî bixebitin, ya rast ev yêk çêbû û PKK ê li Mexmûrê û Şengalê li gel Heşdê liv û tevgerên xwe dest pê kirin, li pêşîya kampa Mexmûrê 7 rojan şer derket, hejmareke Pêşmergeyan şehîd ketin, ev şer tenê 2 kîlometran li dûrî kampê bû, li vê demê nêzî 300 Gerîlayan li serê çiyayê kampa Mexmûrê rawestay bûn, ew li benda şkestina Pêşmerge bûn, ji bo ku piştre ew bihên li gel Heşda Şe’bî tevahîya Kurdistanî kontirol bikin.
Amanca PKK ê ji vê şirîkatîya li gel Heşda Şe’bî û hikûmeta Îraqê ev bû ku paş dagîrkirina Kerkûkê û Başûrê Kurdistanê, PKK e ciyê PDK ê bigre, wê digo paş dagîrkirinê pêwîste hêzeke Kurdî hebe û ew hêz wê ez bim.
Armanca 16î oktoberê
Armanca 16ê oktoberê netenê Kerkûk û deverên Kurdistanî yên dervey îdareya Başûr bû, dewletên dagîrker dixwest derbasî Hewlêrê bibin û statoya Başûrê Kurdistanî jinavbibin, li roja 16ê oktoberê, Arasê Şêx Cengî, di nava hêzên dagîrker de ji bo medyayê daxweyanî da û got, arteş ber bi Hewlêrê diçe.
Dema Pêşmergeyan rê li vê xiyaneta navxwe û pîlana derekî girtî û dema xaînan zanî her tişt sekinî û ew nikarin xewnên xwe yên gemar bi cî bînin, êdî dest bi behaneyên bê binema û êrîşên medyayî li ser şexsê Barzanî û encamderên referandumê kir, pirr bi rû qayîmî êrîşî referandumê kir, ya rast piştî şkandina difna wan li Pirdê, Mehmûdiyê û Sihêla, ew neçar man referandumê ji bo xiyaneta xwe bikin behane, piştî berxwedana dîrokî ya Pêşmergeyan, girûpa xiyanetê di nava YNK ê de ewqas şepirze bibûn ku nedizanî çi bikin yan çi bibêjin, wan ji bîr kirbû ku di roja referandumê de her kesekî ji wan bi qasî werîsekî zimanê xwe dirêj kirbû û wilatparêzî û Kurdayetî bi xelkê difroşt, lê piştî şkestina pîlana wan û rîswa bûna wan, hêncetên weke xwe bê wata digirtin.
Tapoya reş ji bo serxwebûnê
Xaînên Kurdistanê sedema êrîşa ser Kerkûkê, xiyaneta xwe û ji dest çûna 51٪ ji xaka wilat, ji bo encam dayîna referandumê vegerandin, lê belê di rastî de, êrîşa li ser Kerkûkê pilansazîyek bû li destpêka operasyona Mûsilê hatbû çêkirin û ti peywendîya wê bi referandumê ve nebû, ji bona selmandina rastîya vê axaftinê, mirov dikare li dîrokê bizivre û bibêje: ma qey li Serê Kaniyê û Efrînê jî referandum hatibû encam dayîn ku dujimnan êrîşê wan bajarên Kurdistanê kir?
Di vê navberê de meseleya ji hemûyan nexweştir, dîtina xaînên 16î oktoberê ye ku herçend wan bi devê xwe îtîraf kirîye, lê dîsan careke din bi rû qayîmî li ser ekranên TV yan derdikevin û dibêjn referandum sedema 16î oktoberê bû, ji vê nexweştir hêjan hinek ciwanên Kurd hene bawer ji van Kalfaman dikin.
Li dawiyê tişta ku dihête dîtin û jiyan kirin, her çend ku gelê Kurd li 16î oktoberê hatbe birîndar kirin, lê belê hêjan referandum weke serketin, rumet, nasname û şeref tê mêze kirin, belku bêhtir weke tapoyeke reş ji bo serxwebûnê ku tu hêzek nikare ji dest wan derxe.
Darkamazî