Serkirdeyekî Gorran dibêje, eger xiyaneta 16 Cotmeha 2017 nebûya xelkê deverên Kurdistanî yên li derveyî Hreêma Kurdistanê rastî wê malwêranî û kambaxiyê nedihatin.
4 sal bi ser xiyaneta 16 Cotmeha 2017 re derbas dibe ku grûba xiyanetkar ya nav YNKê bi serokatiya Lahûr Cengî, Kerkûk û deverên Kurdistanî teslîmî hêzên Iraqî kirin, bi dehan welatiyên kurd şehîd bûn, bi sedan kes birîndar bûn û bi deh hezaran jî derbider bûn.
Endamê civata niştimanî ya Gorran, Cebar Mela Mehmûd ji BasNewsê re got, îro salvegera xiyaneteka mezin e ku bi ser gelê kurd de hatiye. Mixabin ji ber wê xiyanetê kurdên Kerkûk û deveêrn Kurdistanî rastî kuştin, malwêranî û dagîrkeriyê hatin. Mixabin kurdên Kerkûk, Xaneqîn û Kifrî û Xurmatû ji wê nîgeran in ku di nav xaka xwe de di bin destê erebên şovenîst de ne û roj bi roj jî rewşa wan xirabtir dibe.
Cemal Mela Mehmûd her wiha got, eger xiyaneta 16 Cotmehê nebûya gelê kurd rastî malwêraniyê nedihat û beşek ji xaka Kurdistanê jî ji dest nediçû.
Wî serkirdeyê Gorran anî ziman jî, hêzên YNKê dikarîbûn li Kerkûk û Xaneqîn û Xurmatû û deverên din mîna Pirdê şer û berevanî bikin lê mixabin wisa nekirin. Heta niha bi temamî zelal nebûye ka YNKê bi aliyê Iraqî re rêkeftin kiribû yan jî reviya û nekarî şer bike. Lê her çi be, eger tu bihêlî xaka te dagîr bikin, xiyanet e.
Bi gotina Celal Mela Mehmûd, mirov çi bêje cihê xwe digire li ser rûdanên 16 Cotmehê. Mirov bêje rêkeftin hebûye, rêkeftinek xirab bû, mirov bêje xiyanet hatiye kirin, xiyanetek mezin bû.