PolîtîkRojev

Muxatab Ocalan e

Mitinga Tevgera Jinên azd de hevseroka  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz axavtinek kir. Aydeniz di axaftina xwe de got: “Zextên ku niha pêk tê, ji ber tecrîdê ye. Heke dengê rêzdar Ocalan bilind bibe dê demokrasî jî pêş bikeve. Dengê wî dê ji Rojhilata Navîn re aştiyê bîne. Desthilatdarî ji demokrasî û azadiyê ditirse. Îro kesên ku li Kurdistanê digerin qala muxataban dikin û me her tim got muxatab diyar e. Muxatab rêzdar Ocalan e.

Tê zanin ku,  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî partyieka girêdayê PKKê ye û behtir kadroyên Apocî di vê partiyê de kom bûne. Herweha eger rojekî HDP bê girtin ev partî amade ye.

Lê di van demên dawî de, bi gotona serokê CHPê ya ku gotî: Muxatabê me HDP ye, bû sedemê gotubêjin cuda di nava PKKê û derora wan de. Demirtaş teyîda gotina serokê CHPê kir û got: Muxatabê çareserkirina hemû pirsgirêka HDP ye, Ocalan jî girîng e. Hevserokê HDPê Mithat Sancar da xûyakirin ku, HDP muxatabê çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiye ye, lê Ocan jî giringe. Dawiyê heyeta HDPê di serokatiya Meral Beştaş de serdana Silêmaniyê kir .Armanc ji vê serdanê hevtina li gel Qendil bû. Piştî ku heyeta HDPê fermana xwe ji Qendil wergirt, ewan jî di derbarê pirsa kî muxatabe wek Demirtaş helwest dan nîşandan.

Herweha piştî vegera heyeta HDPê ji başûrê Kurdistanê hevserokê KCKê Cemil Bayik jî di vê derbarê de dîtina Qendil diyar kir. Bayik di daxûyaniya xwe de bi dirêjahî wesfê Ocalan da ,lê dawiyê de got muxatab HDP ye. Yanî Bayik pê li Îmralî kir . Ev tektika Qendile ku, ewilê wesfê Ocalan bidin, ji bo Ocalan grevên birçîbûnê li darbêxin û ji bo azadiya Ocalan xwepêşandana bikin. Lê ew guh nadin Îmralî tenê hewldidin nakokiya heyî veşêrin.

Di heman pirsê de nûnerê çepên Tirk di nava HDPê de Sezayî Temelli yekemin kes bû bersiva serokê CHPê dabû. Temellî gotibû: Muxatab Ocalan e.

Niha jî hevseroka  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di mitinga xwe de dibêje muxatab Ocalan e. HDPê wek muxatab nabine û Ocalan yekemin muxatab dibîne.

Başe armanca vê gotubêje çiye? Ji xwe tu derdê PKK/HDP yan jî DBPê ya çareseriya pirsa kurd tuneye. Hemû aliyên PKKê dibêjin ku, armanca me Cumhuriyeta demokratik e. Niha kesek yan jî aliyek xwe wek rêxiztinek Kurd û Kurdistanî nebîne gelo dê çewe bibe muxatabê çareseriya pirsa Kurd. PKK/HDP hewldan pirsa ku ew wek pirsa kurd dibînin bi siyaseta çalakiyên Xendeqa çareser bikin. Herkesekî encama vê siyaseta qirêj dît. Başe hêja xelkekî ku hêviya wan PKK/HDP ye bi çi mejiyî behsa muxatabê pirsa Kurd dikin.

Back to top button