Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê hinek hevdîtinên girîng pêkanîn

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Balyoza Amerîka li Iraqê civiya

li Bexdayê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel xatûn Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê civiya.

Di civînê da peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên danûstandinên navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hêlawestî yên di navbera wan da hene hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de her du alî tekez li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan bo Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û hevdeng bûn ku çareserkirina kêşeyan bibe sedema aramiya Iraq û deverê jî.

Ji aliyê xwe ve xatûn Romanowski piştevaniya Amerîkayê ji bo diyalog û hewlên çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û spasiya rola erênî û hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî bo çareserkirina pirsgirêkan kir.

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî, rêkxistin û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Amerîkayê û berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş çend mijarên din yên civînê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê rewşa welat gotûbêj dikin

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro şemiyê 21.01.2023ê li Bexdayê digel Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê civiya.

Di civînê da pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê û pêşxistina hemahengî û hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatin gotûbêjkirin.

Her wiha di civînê da behsa karê hevbeş di navbera her du aliyan da hat kirin, bi taybetî di warê yasayên petrol û gazê, bûdceya Iraqê û hewlên parastina sînoran.

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Parlamentoya Iraqê civiya

Li Bexdayê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

Di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya welat hatin gotûbêjkirin û her du alî tekez li ser giringiya piştevanîkirina hikûmeta federal a Iraqê ji bo biserkeve di cîbicîkirina karnameya xwe de li gor rêkeftina siyasî ya pêkanîna hikûmetê ku têde kar dike, kirin.

Back to top button