Êzidîtî û Şengal ji pirsgirêka navxweyî heta navneteweyîbûnê
Niha pirsa êzîdiyatî û Şingalê, ku bi pirseke navxweyî ya di navbera çend hêzên deshilatdar û hikûmeta Iraqê de ye, bi piştevaniya navdewletî dê bibe pirseke bihêz a navdewletî.
Dr. Mihemed Xedir Mewlûd
Roja Pêncşemî 19ê Kanûna 20203an, Parlamentoya Almanyayê bi yekdengî komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd nas kir. Di vê navberê de, Wezîra Derve Analina Berbork jî got, biryara naskirina tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî weke jenosîd ne tenê dirûşme, belku ji bo pêkanîna edaletê ye û dibe piştgiriyeke mezin ji bo vegera êzîdiyan bi awayekî serkeftî bo malên bav û kalên xwe. Bi giştî, vê biryarê civaka navdewletî û navendên mafên mirovan ji xewa kûr a binpêkirinên mafên mirovan û danûstandinên siyasî û berjewendiyan şiyar kir.
Helbet ev biryara naskirina sûcê jenosîdê ji aliyê parlamentoya Almanyayê ve, bû çaremîn biryara Parlamentoya Ewropayê ya naskirina jenosîda kurdên êzîdî.
Niha piştî naskirina jenosîdê di 19-1-2023-an de ji aliyê parlamentoya Almanyayê ve, Êzîdî û Şengal bi rengekî aramiyê hîs dikin, hişê wan ê birîndar û laşê wan westiyaye.
Jixwe kurdayetî û êzîdiyatî her tim du aliyên hevkêşeyê bûne ku her tim bi awayekî hovane bûne armanca dijminan, di serî de jî DAIŞ .
Ev naskirina jenosîdê ji aliyê parlamentoya Almanyayê ve dengekî din ê bihêz e, ku tevlî dengên bihêz ên parlamentoya Fransa, Belçîka û Hollandayê dibe. Weke ku Wezîra Derve ya Almanya Annalena got, naskirina doza kurdên êzîdî wek jenosîd, bi armanca pêkanîna dadmendiyê li herêmê bêîstîqrar û ne dadperwer e, û herwiha piştgirîyeke bihêz ji bo vegera malbatên aware bo malên bav û kalên xwe. Divê hêz bi cîbicîkirina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê li ser pirsa Şingalê û vegera awareyan bo malên xwe rêzê li Kurdên Ezidî bigirin.
Niha pirsa êzîdiyatî û Şingalê, ku bi pirseke navxweyî ya di navbera çend hêzên deshilatdar û hikûmeta Iraqê de ye, bi piştevaniya navdewletî dê bibe pirseke bihêz a navdewletî.
Cihê wê ye ku rola çalak û berpirsane ya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di rizgarkirina keç û jinên ezidî ji destê DAIŞê de û piştre jî hewlên wî yên dîplomatîk li civaka navdewletî û welatên Ewropayê ji bo naskirina vê pirsê wek jenosîd binirxînin.
Pirsgirêka Êzidîtî û Şengalê ji pirsgirêkeke navxweyî dibe pirsgirêkeke navneteweyî û gelek rûyên veşartî yên di maskeyan de gav bi gav ji holê radibin.
21.01.2023/Hewlêr