Polîtîk

HDP:Emê namzetê xwe diyarbikin bila maseyê 6 kolî pişgiriya namzetê me bike

Hevseroka HDPê  daxûyaniya xwe ya di Bianetê de dibêje: Emê di hilbijartina serokomariyê de namzetê xwe diyar bikin û bila 6 partiyên mixalefetê yên bi navê maseya şeşqolî tên naskirin bila namzetên xwe şûn de bikişînin  û piştgiriya namzetê me bikin.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Buldan dibêje: Di hilbijartina Serokomariyê de em ê bi namzetê xwe bikevin pêşbirkeke gelekî mezin, ez vê gelekî zelal û vekirî dibêjim.

Buldan behsa wesfê namzetê ku nîşanbikin dike û dibêje: Wê namzetê me mirovekî wiha be ku hemû civaka Tirkiyeyê hembêz bike, bikaribe çareyê ji hemû krîzan, pirsgirêkan re bibîne û wê di vê mijarê de baweriyê bide, gelên Tirkiyeyê dê wê/wî qebûl bikin.

Buldan got: Dibêjin bila namzetê  we ji bo maseya 6 qolî xwe vekişîne, lê çima nabêjin bila mamzetê  maseya şeşqolî xwe ji bo yê me xwe vekişîne? Bila maseya şeşqolî namzetê  xwe vekirişîne, dengên xwe bidin namzetê  me. Em gelekî zelal diaxivin. Namzetê  ku em ê diyar bikin wê ji namzetê  maseya şeşqolî gelekî tevgir, gelekî xwedî bawerî be û wê bang li wijdana civaka Tirkiyeyê bike. Dibe ku namzetê me di dora duyem de bikeve pêşbirkê.”

Gelek gotin hene ku, dibêjin eger HDP bi namzetê xwe bikeve hilbijartinên serokkomariyê, ev dê kêrî AK Partiyê werê û dikare bibe sedemek ku namzetê AK Partiyê tura yekem de serkeftinê destve bîne. Yanî îdiayek heye ku AK Partî û HDP hevkariyekî jî bikin. Li ser vê yeke Buldan gelek bi tund nirxandinek li dijê AK Partiyê kir û got: Ez gelek bi zelalî dibêjim: Ewên ku dibêjin eger HDPê namzetê xwe destnîşan bike ,dê rê li ber mamzetê AK Partiyê veke re dibêjim “ Armanca me ewe ku em di van hilbajartinan de AK Partiyê bikin dîrok û bavêjin sergoyê zibalê.Ez bi zelalî dibêjim armanca me binaxkirina AK Partiyê ye.

Ji aliyek din Tifaqa ku HDP serkêşîyê dike, Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi çepên Tirkre avakirî, di daxûyaniyek hevbeş de didin xûyakirin ku, Eger namzetê maseyê 6 kolî li gora me be emê pişgiriya wî bikin. Herweha yên wek Ahmet Turk vekirî daxûyaniya didin û dibêjin. Eger serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bibe namzetê maseyê 6 kolîyî, emê pişgiriya wî bikin.

Gelo kî nûnertiya HDPê dike nayê zanîn. Lê rastiyek heye ku evê diaxivên hemû jî pûç diaxivin û biryara dawî ji Qendil tê.

Back to top button