Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo Lûtkeya COP29 li Bakuyê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) li Bakuya paytexta Azerbaycanê ye.
29emîn Konferansa Partiyên (COP29) ya Peymana Çarçoveya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku bi mazûvaniya Azerbeycanê wê di navbera 11-22yê Mijdarê de bê lidarxistin.
Serok Nêçîrvan Barzanî ku duh gihîştibû Bakuyê, li salona konferansê ji aliyê Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ve bi germî hat pêşwazîkirin.
Konferans di 11’ê Mijdarê de dest pê kir û wê heta 22’ê Mijdarê dewam bike. Tê çaverêkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re heta 15ê mehê beşdarî konferansê bibin.
Derbarê bernameya serdanê de, Dilşad Şehab got, Serok Nêçîrvan Barzanî sibê sêşemê bi amadebûna serkirdeyên welatên cîhanê beşdarî merasîma vekirina konferansa kêşeyên guherîna avhewayê û metirsiyên jîngehê dibe.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê konferansê de daxuyaniyek da û got: “Em careke din pabendbûna xwe bi Kurdistaneke kesk û paqijtir dubare dikin.”
Nêçîrvan Barzanî ku beriya konferansa ku di navbera 11-22 Mijdara 2024’an de tê lidarxistin de daxuyaniyek da û got, “Em biryardariya xwe ya ji bo Kurdistaneke kesk û paqij dubare dikin.”
Her wiha di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin ku mijarên jîngeh û avhewayê ji mijarên sereke yên siyaseta Herêma Kurdistanê ne.