Cîhan

Amerîka êrîşê bingehên milîsên Îranê kir

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku wan 9 bingehên komên girêdayî Îranê yên li Sûriyê wek bersivdayîna êrişên li dijî leşkerên Amerîkayê xistine.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku di 24 saetên dawî de li Sûriyê gelek êrîşên li dijî leşkerên Amerîkayê hatine kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de hat ragihandin ku li Sûriyeyê li 2 herêmên ku komên girêdayî Îranê lê dimînin 9 bingehên wan kirin armanc. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev êrîş wê şiyana komên ku Îran piştgirîya wan dike kêm bike ku plan û organîzekirina êrîşên nû li dijî karmendên Amerîkî û hêzên koalîsyonê yên li herêmê ji bo operasyonên li dijî DAIŞ’ê pêk bînin.”

Fermandarê CENTCOMê Orgeneral Michael Erik Kurilla diyar kir ku DYE ji bo parastina personel û hevkarên xwe yên koalîsyonê û bersivdayîna êrîşan dê her gava pêwîst bavêje û got, “Peyama me zelal e. “Êrîşên li dijî hêzên Amerîkî û hevkarên koalîsyonê yên li herêmê dê neyêne qebûlkirinDYA êrîşê”

Back to top button