Civak
Serok Barzanî rojbûna Daniel Mitterrand pîroz dike
Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 100 saliya ji dayikbûna Daniel Mitterrand hevjîna Serokomarê berê yê Fransa Francois Mitterrand, tê bîranîn.
Di sala 1991ê de Daniel Mitterrand li gel Serok Barzanî û penaberên Kurd civiya û rewşa welatiyên Kurd ji nêzîk ve dît. “Me hewl da ku dengê Kurd bigihêje cîhanê.”
Piştre Fransa banga civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Konseya Parastina Gel a Kurdistanê kir. Di encamê de biryara 688 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo kurdan hat derxistin û li ser xetê herêmeke bêfirîn û herêmeke aştiyê hat avakirin.
Mitterrand di 29ê cotmeha 1924an de li bajarê Verdun, li rojhilatê Fransayê ji dayik bû.