
Piştî serdaneke fermî ya çend rojiya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li Londonê û civîna li gel Boris Johnson Serok Wezîrê Brîtanya, êvariya roja 18.09.2021ê rêzdar vegeriya Herêma Kurdistanê.
Serok Nêçîrvan Barzanî di dema serdana xwe da her wiha li gel her yek ji birêzan Serokê Encumena Lordan, Wezîrê Derve, Berevanî, Hêzên Çekdaran û Perwerdeya Brîtanya û li çarçêweya serdanê de jî li gel birêz Şêx Mihemed Bin Zayid Cîhnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmarat û Serokê Encumena Raperandina Mîrnişîna Ebudabî civiya.
Li civînê de pêşxistina peywendiyan û warên alîkarî û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî û pêşketinên navçeyê guftûgo kirin û di vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her di dema serdana xwe da Serok Nêçîrvan Barzanî, serdana Akademiya Şahaneya Sandhursta Serbaziya Brîtanî kir û li gel birêz John Major siyasetmedar û Serok Wezîrê berê yê Brîtanya û grûpa Parlementerên dostên Kurdistanê li Parlemena Brîtanya, hevdîtin û çavpêketinan encam da.